Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Makedonî Pejirand ku Navê Welêt Bike Makedonya Bakur


Parlamana Makedonya îro Înê guhertinên qanûna bingehîn erê kir ku navê wî welatî dike Makendonya Bakur.

Di çarçoveya peymana bi Yunanistana cîran de, bi guhertina nav, rê li ber Makedonya vedibe ku bibe endama NATO û Yekîtîya Ewrupa.

Di dengdanê de hemî 81 qanûndanêrên amade, dengê erê dan û 29 parlamanterên opozîsyonê beşdarî dengdanê nebûn.

Li gor qanûna bingehîn ya Makedonya, herî kêm 80 deng pêdivî bûn ku ew guherîn werin pejirandin.

Jibo ku peyman bi tevahî têkeve jîyanê, divê parlamana Yunanî jî bicive û wê peymanê erê bike.

XS
SM
MD
LG