Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Makedonya Bakur Karvekişîna Xwe Ragihand


Serokwezîrê Makedonya Bakur Zoran Zaev
Serokwezîrê Makedonya Bakur Zoran Zaev

Serokwezîrê Makedonya Bakur Zoran Zaev piştî partîya wî di gera duyê ya hilbijartinên bajarvanîyê de paytext Skopje jî di nav de li gelek bajaran têk çû, karvekişîna xwe ragihand.

Rêberê Demokratên Sosyal Zaev, ku pêşengîya koalîsyona li desthilatê jî dike, bi preskonferansekê dîyar kir ku ew berpirsîya têkçûnê digire ser xwe û ji seroktîya partîyê û serokwezîrîyê vedikişe.

Zaev da zanîn ku pêdivî bi hilbijatineke pêşwext tune ku li gor qanûnên Makedonya Bakur koalîsyon dikare ser berbijarekî li hev bike û bê dengdan hikûmetê ava bike.

Rikeberîya Makedonya Bakur ser karvekişînê banga hilbijartina pêşwext kir.

Zoran Zaev ji sala 2017’an vir ve rêberîya komara berê ya Yugoslav dikir û bi pejirandina peyva ‘’Bakur’’ ya li pêş navê welêt, dewlet xistibû rêka Yekîtîya Ewrupa (YE).

Berî pejirandina ‘’bakur’’, di navbera Yunanistan û Makedonya Bakur de jiber navê eyaleteke bi heman navî ya li Yunanistanê girjî çêbûbû û Atîna rê li ber wî welatî girtibû ku nekeve YE û NATO.

Bi çareserbûna navê welêt, Makedonya Bakur par beşdarî NATO bûbû.

XS
SM
MD
LG