Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina 95 Kesan di Êrîşeke Çekdarî de li Gundekî Malî


Les membres de l'ethnie Dogon rentrent dans leur village d'origine après l'arrivée des islamistes, à Binta, Mali, 1er février 2013.
Les membres de l'ethnie Dogon rentrent dans leur village d'origine après l'arrivée des islamistes, à Binta, Mali, 1er février 2013.

Di êrîşeke çekdarî de, li gundekî li navenda Malî, herî kêm 95 kes hatine kuştin, li wê herêma kemanyên etnîkî "Dogon" dijîn.

Li gor çavkaniyên ewlekarîya wê herêmê roja Duşemê ragihandîye ku hin çekdaran bi şev êrîş birîye ser gund. Berpirsekî ji herêma Kundo ku êrîş li gundê Sobane-Kou yê wê herêmê pêkhatîye gotiye ajansa Frans Press heta niha termên 95 kesên sivîl hatine dîtin.

Hin ajansên nûçeyan didin zanîn ku hejmara kesên kuştî gihaye 100 kesan.

Weke ew berpirs dide zanîn ku, termên wan hatine şewitandin û ew li termên din digerin, heman çakvankî dibêjin, gundê ku êrîş lê pêkhatî xwecihên wê ji pêkhateya etnîkî "Dogon" e, gund bi temamî wêran kirîye.

Di mehên dawiyê de gelek êrîşên çekdarî li Malî pêkhatine, hin ji wan ji aliyê grûbên etnîkî û hin jî, ji aliyê grûbên Îslamî yên cîhadî hatine encamdan.

XS
SM
MD
LG