Malî û Burkîna Faso dê jibo hevkarîya bi Nîjerê re karbidestên xwe bişînin wî welatî.
Artêşa Malî got ku Burkîna Faso û Malî şandeyeke dişînin Niameyê.
Wê artêşê dîyar kir ku ew dixwazin bi vê serdanê nîşan bidin ku Malî û Burkina Faso bi gelê Nîjerê re hevkarîyê dikin.
Wezareta Derve ya Nîjerê ragihand ku çaverê ye Şande îro Duşemê derbazî welêt bibe.
Bloka Afrîqaya Rojava, ECOWAS dixwaze ku serokomarê hilbijartî yê Nîjerê Mohamed Bazoum vegere ser kar, lê leşkerên dest danîne ser rêvebirîyê vê daxwazê red dikin.
Artêşa Malî û ya Burkîna Faso jî salên 2020 û 2022’an dest danîbûn ser rêvebirîyan welatên xwe.
Ew dewlet dibêjin ECOWAS li Nîjerê mudaxale bike ewê vê yekê wek ragihandina şer bibînin.