Jimareke çekdaran li welatê Malî ya Afrîqa êrîş birin ser oteleke luks û dora 140 mevan û 30 xebatkar dîl girtin.
Balyozxaneya Amerîkî li Malî di daxuyanîyekê de ragihand ku “ew li ser êrîşa li Radisson Hotel agahdar e."
Balyozxaneya Amerîkî daxwaz ji hemwelatîyên Amerîkî û karmendên balyozxaê kir ku xwe li cîhên ewle veşerin.
Demûdest dîyar nebû ku kesek ji rehîneyan birîndar yan kuştî ne.