Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Malî Dibêje Dibe ku Ew ji Rûsya Alîkarîyê Bixwazin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Malî dikare bo ewlekarîyê ji Rûsya alîkarîyê bistîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Malî Abdula Dîop ragihand.

Dîop di preskonferansê da zanîn ku rewişa wan ‘’pir xirab e’’ û ew dikarin ‘’ji hevalê xwe, ji Rûsya’’ alîkarîyê bixwazin.

Wî dîyar kir ku hebûna dewleta Malî bi rewişeke dijwar re rûbirû maye.

Artêşa Malî meha borî ragihandibû ku çekdarên Îslamî bi kêmî ve 9 leşkerên wê kuştine û 11 leşkerên din jî birîndar kirine, lê karbidestên herêmî îdia kiribûn ku hejmarên kuştî û birîndaran zêdetir in.

Hêzên Fransa yên piştgirîya artêşa Malî dikin û leşkerên aştîyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li wî welatî rastî êrîşên çekdaran tên.

XS
SM
MD
LG