Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Leşkerên Malîyê Serî Hildan û Serokomarê Welêt Revandin


Karbidestên hikûmeta Malî ragihandin ku serokomarê welêt Îbrahîm Boubacar Keita û serokwezîrê welêt Boubou Cisse ji alîyê leşkerên serhilda ve hatine revandin.

Leşkerên serhilda yên li navendeke leşkerî ya li nêzî Bambako ya paytext roja Sêşemê serê sibê dest danîbûn ser çekên leşkerên payabilind.

Serokwezîrê Malî Cisse bang li leşkerên serhilda kiribû ku vekişin û kêşeyên xwe bi dîyalogê çareser bikin.

Hîn nayê zanîn ku çend leşker beşdarî serhildanê bûne û hin jêderên herêmî dibêjin ku wan jiber mûçeyan serî hildaye.

Li navenda Bambako jî, hin ciwanên piştgirîyê didin leşkerên serhilda avahîyeke hikûmetê talan kirin û agir berdan wê.

Xwenîşander bang li Keita dikin ku karvekişîna xwe ragihîne. Keita di sala 2018’an de cara duduyan di hilbijartinan de bi ser ketibû.

XS
SM
MD
LG