Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Soz da Piştevaniya Mîlîşiya Sunnî Bike


Serokwezîrê Şî’e yê Îraqê Nûrî El Malikî soz da piştevaniya mîlîşiya Sunnî bike li şerê dijî çekdarên berpirsiyar biramberî zincîre hêrişên vê dawiyê li Îraqê.

Di gotarekê de roja Duşembî li Bexda, Malikî gote endamên mîlîşiya Sunnî 'Kurên Îraq' yan 'Rabûn' ku hikûmet û dezgehên parastinê piştevaniya wan dikin.

Jimareka çekdarên berê endamêt grupa ‘Kurên Îraqê’ ne ku li salên 2006 û 2007 hilwêsta xwe guhrî alîkariya hêzên Amerîkî û Îraqî kirin li şerê dijî çekdarên El-Qayde.

Di destpêkê de leşkerê Amerîkî mûçeya çekdarên ‘Kurên Îraqê’ da, belê li sala bûrî hikûmeta Îraqê berpirsiyariya dana mûçeyên çekdaran wergirt.

XS
SM
MD
LG