Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Malta Muscat Dibêje Hemî Rêwîyên Firoka Revandî Hatin Berdan


Serokwezîrê Malta Joseph Muscat
Serokwezîrê Malta Joseph Muscat

Serokwezîrê Malta Joseph Muscat ragihand ku bi giştî 109 rêwî ji firoka revandî ku li Malta ye, hatin berdan.

Muscat da zanîn ku di destpêkê de 25 jin û zarok ji hatin azad kirin û dû re jî hema tevahîya rêwîyan demûdest ji firoka Airbus A320 hatin derxistin.

Ajansa AFP ragihand ku 2 kesên ku firok revandiye alîgirên serokê berê yê Lîbyayî Muamer Qedafî ne û wan daxwaza avakirina partîyeke sîyasî ya alîgirê Qedafî kiriye.

AFP herwiha ragihand ku her 2 korsanên Lîbyayî daxwaza mafê penaberîyê li Malta kiriye.

XS
SM
MD
LG