Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarekî Amerîka Piştgirîyê Dide Kurdên Rojava

Şaredarîya bajarê Manassas Park ê wîlayeta Virgînîyayê ragihandineke piştgirîyê bo Kurdên Rojava belav kir û Adar wekî Meha Kelepûra Kurdî destnîşan kir.

Bi amadebûna hejmareke rûniştvan û endamên civaka Kurd li bajêr, civata şaredarîyê roja Sêşemê ev daxuyanî ragihand.

Alanna Mensing, Şaredara Manassas Park, ku nêzîkî Washingtona paytext e, ragihandina piştgirîyê radestî endamên civakê kir.

“Ji bo min rûmeteke ku em meha kelepûra Kurdî pîroz bikin," Mensing ji Dengê Amerîka re got.

"Min berî çend salan şêwekar Luqman Ehmed ku kesekî pir hevalhez bû nas kir û ez bi rêya wî û hunera wî fêrî gelek tiştan li ser kelepûra Kurdî bûm. Ev ragihandina me jî ne tenê ew e ku rûniştvan li ser kelepora Kurdî bizanin, belê ew her wiha piştgirîya me nîşan dide ji bo Kurdên ku li Sûrîyê di bin bandora şer de mane.”

Hewda Bawenûr ku rûniştvana bajêr e û ragihanda şaredarê wergirt, dibêje ev ragihandin di pratîkê de hestekê dide wê ku Amerîka jî welatê wan e.

Hewda Bawenûr, Rûniştvana Kurd li Manassas Park, got ku ev ragihandin ji alîyê şaredarîya bajarê wê ve dihêle ku bêtir girêdan bi welêt ve xurt bibe.

Medya Îşiktaş, rûniştvaneke din a bajêr, bi gotinên piştgirîya şaredarîyê hestdar bû. Ew dibêje ev ragihandin û binavkirina meha Adarê wek wergirtin û pêzanîna mafekî dide nasîn.

"Destnîşankirina Adarê wekî Meha Kelepûra Kurdî li vî bajarî gaveke gelekî baş e, ji ber ku Adar meheke girîng e di dîrok û çanda Kurdî de," wê ji Dengê Amerîka re got.

Ragihand di dirêjîya xwe de balê dikşîne ser rola Kurdan di şerê terorê û piştgirîya jiyana li gel hev de û dibêje pêwîst e ew bi silametî di nava welatê xwe de bijîn.

XS
SM
MD
LG