Karbidestên Kurdên Sûrîyê daxuyanîyên Tirkî red dikin ku hêzeke hevbeş ya Amerîkî û Tirkî dê kontrola bajarê Minbicê wergire.
Şervan Derwîş, berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê AP re got ku çekdarên YPG’ê di sala 2016’an de, piştî rizgarkirina Minbicê ji destê DAIŞê ji bajêr derketin.
“Niha hêzên xwecîhî bajarê Minbicê kontrol dikin û nobedarîya hevbeş jî di nav de, hevkarîyeke xurt bi koalîsyona bi pêşengîya Amerîka heye,” Derwîş got.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu îdia kiribû ku li gor rêkeftineke ligel Amerîka, çekdarên YPG’ê dê ji Minbicê derkevin û leşkerên Tirk û hêzên Amerîkî dê ewlekarîya bajêr bi cîh bînin.