Piştî peqîna kujer ya roja Çarşemê, nûçegîhanê me Mahmud Balî çû Minbicê ku paşmayîyên peqînê bibîne û bi dîdevan û karbidestên leşkerî û sivîl bipeyîve.
Balî ji zarê karbidestên xwecîhî radigihîne ku armanca wê êrîşê têkbirina aştî û aramî û tunekirina hevrejîyanê ye.
Balî dide zanîn ku tevî êrîşê, jîyan li kolanên Minbicê wek berê didome.
Kerem kin li vê raporta taybet temaşe bikin: