Lînkên eksesibilîtî

Piştî Êrîşa Machester'ê 50 Kes Hîn li Nexweşxanê Ne


Qralîçe Elizabeh li nexweşxanê serdana birîndarên dike

Rêvebirîya Saxlemîya Îngîltere îro Sêşemê radigihîne ku hîn 50 birîndarên êrîşa terorîstî yên Manchesterîê tên derman kirin û ji wan 17 di rewşeke krîtîk de ne.

Rêvebirîya Saxlemî (NHS England) da zanîn ku birînên hin nexweşan girîng in û organên wan yên girîng zîyanên mezin dîtine.

Di êrîşa xwekujî de 22 zarok û mezin hatibûn kuştin û bi giştî 116 kes bo dermankirinê ji nexweşxanê re hatibûn rakirin.

XS
SM
MD
LG