Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

22 Kes di Êrîşa Manchester'ê de Têne Kuştin


Li Manchester Araena ya Brîtanya, ku li Ewrupa salona herî mezin ya konsertê ye, do bi şev li dora demjimêr 22:30’an peqînek mezin pêk hat.

Di peqînê de, zarok jî di nav de herî kêm 22 kes hatin kuştin û bi qasî 60 kesên din jî birîndar bûn.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May da zanîn ku peqîn êrîşeke terorî ye. Ser êrîşê, May û rêberên partîyên din xebatên xwe yên bo hilbijartina 8’ê Hezîranê rawestandin.

Rêvebirê Ewlekarîya Manchester’ê Ian Hopkins dîyar kir ku êrîşvanekî xwekuj bombeya li ser xwe peqandîye, lê wî got hîn ne eşkere ye êrîşvan bi tenê bûye yan na.

Heta niha hîn ti rêxistin berpirsîya êrîşê negirtîye ser xwe, lê alîgirên DAIŞ’ê li sosyal medya êrîş pîroz kirin. Hesabên Twitterê yên nêzî DAIŞ’ê, bang li çekdarên rêxistina tundrê kirin ku li derên din jî êrîşên wisa pêk bînin.

XS
SM
MD
LG