Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktor: Rewşa Mandela Gelek Baştir e


Rewşa saxlemîya Serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ber bi başbûnê ve dihere, yek hefte piştî ku ew bi sedema nexweşîya zature anku enfeksîyona pişikan biribûn nexweşxaneyê.

Daxuyanîya ofîsa Serokê Afrîkaya Başûr, Jacob Zuma îro Çarşemê ragihand ku doktorên birêz Mandela gotine rewşa wî ji texmîna wan gelek baştir e.

Ev cara sisêyan e li nav çar mehên borî ku Nelson Mandela ji nexweşxaneyê re hatibû rakirin.

Birêz Mandela yê 95 salî 27 salan li zindanê mabû loma jî tuşî nexweşîya êşa zirav anku tuberkuloz bibû û jimereke nexweşîyên nefesê pê re çêbibûn.

Neslon Mandela li seranser cîhanê wek sembolê azadî û aştî û lihevkirina civakî tê nasîn.

Ew û serokê wê demê yê Afrîkaya Başûr F.W. DeKlerk li sala 1993’an bi hevre xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibûn, jiber rola wan ya li dawîanîna rejîma apartheid û lihevhatina nijadî liwî welatî.

Nelson Mandela ji sala 1994’an heta 1999’an seroktîya Afrîkaya Başûr kiribû û ji wê demê heta niha di nav bizavên xêrxwazîyê de cîh digirt.
XS
SM
MD
LG