Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD Dibêje li Mereşê Erdhejeke Nû ya bi Hêza 5.3 Çêbû


Dîmenek ji erdhêjên 6ê Sibatê li Mereşê
Dîmenek ji erdhêjên 6ê Sibatê li Mereşê

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku li bajarokê Goksun ya Mereşê, bi hêza 5.3 erdhejeke dûhat nû çêbû.

Çavdêrgeha Kandîllî jî ragihand ku li herêma Goksunê bi kûrahîya 5.0 û bi dijwarîya 3.7 erdejeke nû qewimî.

Serokê AFAD'ê Yunus Sezer li ser Twitterê got ku piştî erdhejê rewşa Goksunê rewşeke neyenî tuneye û xebatên lêkolînê didomin.

Hêjayî balkişandinê ye ku erdhej li bajarên wek Entab, Edene, Kayserî û Mêrsînê jî hate hîs kirin.

XS
SM
MD
LG