Maratona Pekînê jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona yên li Çînê bi awayekî bêdem hat betal kirin. Ew pêşbazî dikira roja Yekşemê li dar keta.
Rêvebirên maratonê dibêjin ku bo wan bo ew rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin û berevanîya ewlekarî û saxlemîya bezvanan bikin pêşbazî betal kiriye.
Maraton di sala 2020’an de jiber vîrusa korona hatibû paş xistin û dê îsal li dar keta.
Maratona Wuhanê, ku dê hefteya borî li dar keta, bo demeke nedîyar hatiye taloq kirin.
Karbidestên Çînê roja Duşemê 39 û roja Sêşemê jî 43 pêketinên vîrusa korona ragihandin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku li Çînê heta niha 96,840 kes bi vîrusa korona ketine û 4,636 kes bi wê mirine.