Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Marawî ya Fîlîpînê Pevçûnên Giran Didomin


Li Filîpînê, pevçûnên di navbera hêzên hikûmetê û rêxistina Maute, ku peywendîya wê bi DAIŞ’ê re heye, didomin.

Hejmara kesên ku di cenga li Marawî de hatine kuştin 350 derbas kir. Di pevçûnên ku bi qasî çar hefte ne didomin de, 300 çekdar û 62 leşker hatin kuştin.

Karbidestên Artêşa Fîlîpînê dibêjin ku ew dixwazin pêşî, sîvîlên ku çekdarên Maute dîl girtine bi saxî ji dest wan rizgar bikin.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku bi qasî 1000 sîvîl, jiber pevçûnan li malên xwe asê mane.

Artêşa Fîlîpînê da zanîn ku kontrola 90 ji sedê Marawî jinûve bi dest xistîye û xeleka li dor çekdarên Maute teng dibe.

XS
SM
MD
LG