Hikûmeta Gana îro Duşemê bi fermî ragihahd ku du bûyerên vîrusa Marburg hatine dîtin ku wek vîrusa Ebola xeter e û zû derbazî mirovan dibe.
Wezareta Sazlamî ya Gana ragihand ku testên du kesên ku berî demeke kurt miribûn, roja Yekşemê pozîtîf derketin.
Rêxistina Saxlamî ya Cîhanê (WHO) jî got ku testa wan du kesan di 10ê Tîrmehê de pozîtîf derketin, lê divêbû ew encam li laboratureke li Senegalê bihatana piştrast kirin.
Wezareta Sazlamî ya Gana got ku ew xebatên xwe didomîne ku belavbûna vîrusê sînordar bike û kesên ku bi wê vîrusê ketine ji cîvakê cihê bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku ew bûyera duyê ya pêketina vîrusa Marburg ya li Afrîqaya Rojava ye û cara yekê ew virus sala borî li Guinea hatibû dîtin.