Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Fransî Bang li Îranê Dike ku Lêkolereke Fransî-Îranê Azad Bike


Serokê Fransî Emmanuel Macron.
Serokê Fransî Emmanuel Macron.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron banga berdana demûdest ya lêkolereke Fransî-Îranî ku li Îranê girtiye kir.

Li gor daxuyanîyekê ji serokatîya Fransayê, Macron ev bang îro Yekşemê di peywendîyeke telefonî ligel Serokê Îranê Ebrahîm Reîs de kir.

Farîba Adilxah, antopologîsta 62 salî, ji Hezîrana 2019’an ve li Îranê girtiye. Ji Cotmeha 2020’an ve ew di zindana li malê de bû, lê vê mehê careke din hate şandin bo zindanê.

Pênc sal zindan li Adilxah hatibû birîn jiber danheva agahîyan dijî ewlekarîya Îranê. Desthilatên Fransî dibêjin ku ev cezayê dijî Adilxah bi sedemên sîyasî ve girêdayî ye.

Macron herwiha xembarîya xwe derbarê rewşa welatîyekî din yê Fransî ku Îranê girtiye derbirîn kir. Li gor daxuyanîya serokatîya Fransayê, ev bûye mehek ku Benjamin Briere yê 36 salî ketîye grêva birçîbûnê de jibo danûstandina deshilatên Îranê ligel wî protesto bike.

Cezaya heşt sal zindan li Briere hatiye birîn. Parêzerên wî dibêjin ku ev ceza jiber tawanên sextekirî yên sîxorî û propagandayê hatine dayîn.

Welatîyê Fransî Gulana 2020’an hate girtin jiber kişandina wêneyan li beyabanekê ku wênekêşan li qedexe ye, û herwiha jiber ku li ser malperên medyaya civakî pirsîbû çima jin li Îranê neçar in ku hîcabê li xwe bikin.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG