Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirova Herî Temendirêj ya Cîhanê Maria Branyas Koça Dawî Kir


Maria Branyas, ku kesa here temendirêj ya cîhanî bû, îro Sêşemê di 113 salî ya xwe de, li navendeke lênerîna ya kalûpîran koça dawî kir.

Hesabê X ya Branyas, ku qîza wê bi rêve dibe, ragihand ku wê bi awayekî aram çavên xwe ji jîyanê re girtin.

"Maria Branyas ji nav me çû. Ew wekî ku dixwest, di xewa xwe de bi aramî û bê êş mir," hesabê wê yê X got û berdevkekî navenda lênerîna kalûpîran, bê ku ti hûrgilî bide, piştrast kir.

Branyas do Yekşemê li ser X gotibû ku mirina wê nêzîk bûye. “Ez xwe bê hêz hîs dikim. Dem êdî hatiye. Megirîn, ez hêstiran hez nakim... Hun min dizanin ku herim ku derê, ezê bextewar bim."

Li gor Rekorên Cîhanê yên Guinness, Branyas di 4’ê Adarê de ketibû 117 salîya xwe û di Rêbendana 2023’yan de bûbû meriva herî temendirêj ya cîhanê.

Branyas di saxîya xwe de hiştibû ku zanist lêkolînê li ser jîyana wê ya dirêj bikin ku wê ev jîyan bi şans, genetîkên qenc, rêkûpêkî, peywendyên baş bi malbat, hevalan û bi xwezayê, aramîya hêstîyarî, nexemxwarî, nepoşmanî, gelek geşbînî û dûrmayîna ji kesên jehrîn ve girêdabû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG