Swêd îro Sêşemê rahgihand ku wezîra koçberîyê ya berê Maria Malmer Stenergard wek wezîra derve hate erkdar kirin.
Wezîrê berê Tobias Billstrom hefteya borî dest ji kar berdabû û çûyîna wî bûbû sedema hin guhertinên di nava kabîneya Swêdî.
Swêd ku endama herî nû ya NATO ye, mîna piranîya Ewrupa hewil dide ku hêza xwe ya leşkerî xurt bike û di heman demê de piştgirîyeke bi hêz bide Ukraynayê ku bin dagirkerîya Rûsya de ye.
Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Swêdî vê hefteyê jibo Ukrayna pakêta 17an ya alîkarîyê ragihandibû.
Serokwezîrê Swêdî Ulf Kristersson di axaftina xwe ya li parlamanê de got ku piştgirîya jibo Ukrayna xala serekî ya sîyaseta derve ya Swêdê ye û ewê bi hemî kanînên xwe piştgirîya Ukrayna bikin.
Wezîra nû Stenergard 43 salî ye û endama Partîya Nermrê ya rastgir ya Kristersson e. Stenergard berpirsa polîtîkayên koçberîyê yên hikûmetê bû û wê bi hevkarîya rastgirên tundrê, Demokratên Swêdê, hin guherînên radîkal de sîyaseta koçberîyê de kiribûn.
Hikûmeta Kristersson, ku hewceyî piştgirîya Demokratên Swêdê ye, pêşnîyara kêmkirina bacên dahatê dike û di heman demê de girîngî dide pêşîgirtina çeteyên tawankar û berevajîkirina polîtîkayên lîberal yên koçberîyê ku ji hêla hikûmeta berê ve hatibûn danîn.
Kristersson ji parlamanrê re got ku hikûmeta wî guhertineke girîng di sîyaseta Swêdê de pêk tîne.
“Bandora erênî ya vê sîyaseta me ji niha ve xuya dibe. Hejmara penaxwazan pir kêm bûye û pêşbînî heye ku hejmara îsal ji salên 2000î vir ve wê bibe asta herî nizim ya Swêdê," Kristersson got.
Jêder: Reuters