Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Marîa Ber bi Karayîban Pêşde Diçe


Bahoza Marîa, ku hêza wê li Oqyanûsa Atlasê rabûye 2’yan, ber bi Giravên Leeward ya Karayîpan diçe.

Li ber e ku Marîa îşev bigêhîje Leewardê.

Bahoza Marîa, di rêka bahoza Îrma re, ku zarareke madî ya mezin çêkiribû, diçe.

Karbidestan bo Guadeloupe, Giravên Domînîk, St. Kitts û Nevîs, Montserrat û Martinique hişyariya bahozê kir.

Bo Porto Rica, Giravên Virgin, St. Martin, St. Bart, Saba, St. Eustatius û Anguilla jî karbidest li pêşveçûna bahozê dinêrin.

Li van giravan dema bahoza Îrma zararên mezin çêbûbû û 37 kes miribû.

Karbidest didin zanîn ku di demjimêrên pêş de bahoza Marîa dê hêza xwe rake 3’yan.

Li Guadelope bo zarar çênebe dibistan û dikan hatine girtin.

XS
SM
MD
LG