Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ewê Mariupolê Radestî Rûsya Neke


Kargeha pola ya Azovstal ya li Mariupol, Ukrayna, 18 Nîsan,2022
Kargeha pola ya Azovstal ya li Mariupol, Ukrayna, 18 Nîsan,2022

Artêşa Rûsya jinûve bang li çekdar û leşkerên Ukraynî yên li kargeha pola ya Azovstal ya li Mariupolê kir ku heta piştî nîvroya îro Çarşemê çekên xwe berdin û xwe radest bikin.


Wezareta berevanîya Rûsya îro dîyar kir ku piştî banga radestkirinê ya doh Sêşemê, ti leşkerên Ukraynî çekên xwe dananîne yan xwe radest nekirine.

Wezaretê got ku ger ew dixwazin bijîn divê îro heta pişt nîvro çekên xwe deynin û xwe radest bikin.

Lê, serfermandarên Ukraynî soz didin ku ewê berxwedana xwe ya li Mariupolê bi taybet ji kargeha pola ya Azovstal bidomînin û xwe ti carî radestî Rûsan nekin.

Rûsya ji rojên ewil yên şer ve hewl dide ku kontrola Mariupol bi tevahî bi dest bixe; jiber ku Mariupol wê herema navber bi Kirimê ya ku Moskowê di 2014-an de girtibû ve, girê bide.

Artêşa Rûsya doh Sêşemê ragihand ku hêzên wê navenda kargeha pola ya Azovstal dorpêç kirine û herwiha bang li çekdar û leşkerên Ukraynî kir ku çekan berdin û xwe radest bikin.

Bi hezaran hêzên Rûsî, ji roja Duşemê bi topbaran û roketan, ji bejahî û esmanî dijî heremên li rojhilata Ukrayna dest bi êrîşeke nû ya tund kirin, ya ku karbidestên Ukraynî wek Şerê Donbasê, bi nav dikin.

Rûsya di dagirkerîya ku hema hema heşt heftene didome, jiber ku nikaribû ti bajarên mezin yên Ukraynabi dest bixe; ev Moskow neçar kir ku jinûve berê xwe bide nav û derdora herêmên cudaxwaz yên li rojhilata welêt.

XS
SM
MD
LG