Bajarvanê Mariupolê îro Duşemê ragihand ku divê tevahîya sivîlan ji bajarê dorpêçkirî werin derxistin da ku ji krîzekî mirovahî werin parastin.
Bajarvan Vadym Boichenko dîyar kir ku 160 hezar sivîl hîn jî li bajar bê germahî û elektrîk asê ne.
Vadym Boichenko da zanîn ku 26 otobus hazir in ku sivîlan ji Mariupolê derbixin, lê hêzên Rûsî razî nebûne ku rêyên ewle bidin ku ew derbaz bin.
"Rewşa bajêr hîn jî xeter û dijwar e. Mirov li ber xeta krîza mirovahî ne. Lewma, Divê em bi tevahî Mariupolê vala bikin."
Wî destnîşan kir ku Federasyona Rûsyayê bi wan dilîze û ew di destê dagirkeran de ne.
Rûsya, ku di 24'ê Sibatê de êrîşî Ukraynayê kir, red dike ku sivîlan dike armanc û Ukrayna bo lihevnekirina ser korîdorên ewle bo sivîlên asê mane, tawanbar dike.
Ji alîyê din ve Ukrayna eşkere kir ku jiber fîkarên êrîşên Rûsî, bo avakirina korîdorên ewle, îro ti planeke wan tuneye.
Cigîra Serokwezîr Iryna Vereshchuk jî wiha got:
"Îstixbarata me ser rêyên korîdorên mirovahî îhtîmalên provakasyonên dagirkeran ragihandin. Lewma, jiber ewlekarîya gel emê îro korîdorên mirovahî venekin."