Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper îro Şemiyê got rêkeftina agirbestê di navbera Amerîka û Talîbana Afganistanê rê li pêş vekişîna hêzên Amerîka ji Afganistanê vedike lê bêtirs nîne.
Berî ragihandina rêkeftina heft rojan kêmkirina tundutijiyê, Esper got êdî dem e ku derfetek ji bo aştiya Afganistanê bê dayîn.
Axaftina wî hat piştî ku berpirsekî Amerîka gotibû rêkeftinê encam daye û wê nêzîk were cîbicîkirin.
Pêşbîne ku rêkeftin bi awakî fermî roja Yekşemê bê ragihandin û roja Duşemê derbasî warê cîbicîkirinê be.
Esper di konferansa ewlekariya Miyûnixê de got:
“Niha, me pêşniyareka kêmkirina tundutijiyê li ser maseyê heye ku di navbera balyozê me û Talîbanê de hatibû gotûbêjkirin… diyar e soz tê de hene.”
Esper û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Înê li Miyûnixê bi serokê Afganistanê Eşref Xenî re kom bûn.
Serok Xenî li dor niyazên Talîbanê biguman e.