Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Mark Milley: Êrîşa Ukrayna ya Dijber Têk Neçûye Lê Demek Dirêj Dixwaze


Serfermandarê Leşkerê Amerîka, General Mark Milley

Serfermandarê Leşkerê Amerîka, General Mark Milley, di hevpeyvînekê de ku roja Yekşemê hate weşandin got êrîşa Ukrayna ya Dijber "Têk neçûye" lê "rêya kîevê bo serketina dawî di şer de hêjî pir dirêje."

Ukrayna ji meha Hezîranê ve piştî wergirtina çekan ji hevalbendên xwe yên rojavayî û perwerdekirina lîwayên nû, dest bi êrîşeke dijber kiriye bi armanca vegerandina axa ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin.

Generalê Amerîkî di hevpeyvîna ku ligel CNN encam dayî got, "Ez dizanim ku hin çavdêr piştrast dikin ku ev êrîş bi ser neketîye. Lê ew têk neçûye."

"Tevî ku ev êrîş ji ya ku dihat pêşbînîkirin hêdîtir e, lê ew bi rêkûpêk maye," û tekez kir ku Ukrayna hîn jî "hêzeke şerker ya girîng heye".

Lê Milley pejirand ku pêkanîna armanca Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ya "derxistina hemî Rûsan" ji welêt "dê demek dirêj bikêşe."

Tê çaverê kirin ku Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşema li pêş, pêşwaziya hevtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelensky li Qesra Spî bike, da ku gotûbêjên nû encam bidin derbarê piştgirîkirina Kievê di rûbirûbûna êrîşa Rûsyayê de.

Ev serdan hevdem e ligel gotûbêja Kongresa Amerîkî li ser pakêteke nû ya alîkariyên leşkerî ji bo Kîevê bi buhayê 24 milyar dolaran.

Her wiha Zelensky dê serdana Kongresê jî bike û li wir bi rêberên Komarî û Demokratên Kongreyê re bicive.

XS
SM
MD
LG