Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binavbûna Gemiyeke Geştiyaran li Marmara Yek Mirî Û Du Wenda


Berpirsên fermî yên Tirkiyê dan zanîn ku, Çarşemê serê sibê gemiyeke biçûk ya 20 metirî di ava derya Agê de li Tirkiyê lihev qûlipîye, 11 torîst di gemiyê de bûn, kesek xeniqîye û du kesên din ku, zarok in di windane.

Ajansa Dogan ya taybet gotiye, tîmên parastinê şiyane 8 kesan rizgar bikin, lê kesek mirîye û du zarok jî di windane, şahidên bûyerê ji Dogan re dane eşkere kirin ku, gemî bilez û di 30 çirkeyan de binav bûye, bûyer li parêzgeha Mogla qewimîye, hakimê herêmê Esengul Civelek gotiye termê xwediyê gemîyê ji avê hatîye deranîn, lê Dogan dibêje kesê xeniqî dîsan zaroyek bû, lêpirsîn derbarê binavbûna gemiyê, tên berdewam kirin, hêjî nasnamên kesên di gemîyê de bûn, nehatine eşkere kirin.

Marmara cihê geştîyarî û torîzmê ye li Tirkiyê, xelkê herêmê û ji her aliyê cîhanê weke geştîyar qesta wêderê dikin.

XS
SM
MD
LG