Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Berê Amerîkîyan Dide Marsê


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê jinûve astoronatan bişînin ser hîvê.

Trump li Ajansa Esmanî ya Amerîka (NASA) bi merasîma îmzayê ferman da û got ku ew di lêkolînên fezayê de rêberê cîhanê ne.

‘’Bernameya nû ya fezayê dê Amerîkîyan bibe Marsê’’ Trump got.

Di merasîma îmzayê de astronotên berê yên ku çûne hîvê, Buzz Aldrin, Jack Schmitt û Peggy Whitson jî hazir bûn.

Herî dawî di sala 1972’an de astronot Eugene Cernan pêlî hîvê kiribû.

XS
SM
MD
LG