Hugh Masekela, saksafonvan, ahengsaz û çalakvanê li dijî sîyaseta regezperistî ku hatîye naskirin wek “Bavê muzîka jazz ya Afrîqa Başûr,” di jîyê 78 salîyê de koça dawî kir.
Di nav ragihandinekê de ku roja Sêşemê hat weşandin, malbata wî got Hugh piştî demeke bi bivêrî şerê nexweşîya şêrpenca prostat kir, li Johannesburg mir. Wî meha 12 sala borî ragihand ew li ber vê nexweşîyê tê çareser kirin ku li sala 2008 bo yêkem car pê zanîbû.
50 Salên karê profosyonel yê Masekela li 1950’an despê kir demê wî alîkarî kir di avakirina şanoya muzîka jazz ya Johannesburg de, lê ew salên 1960’an ji Afrîqa Başûr revîya û nêzîk 30 salan dûrî welat jîyan kir.
Hugh gelek karên hunerî û nerazîbûnê tomar kirine wek ahengên “Soweto Blues” û “Wî Vergerînin Mal”, sirûdek ku tê de daxwaz dike rêberê naskirîyê dijî regezperistîyê, Nelson Mandela ji zîndanê bê berdan.
Berhema karê hunerî ya Masekela bi navê “Çerîna Li Mêrgan” li sala 1968’an herî zêde hatibû bihîstin û astek navnetewayî tomar kir.
Serokê Afrîqa ya Başûr Jacob Zuma roja Sêşemê pesna Masekela da û got bi rêka muzîka xwe “wî xetîra azadîyê zindî ragit,” û beşdarîya wî di xebata bo azadîyê de ti car nayê ji bîr kirin.