Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesrûr Barzanî Dibêje Referandum Bo Şerê Dijî DAIŞ'ê Nabe Metirsî


Masrour Barzanî
Masrour Barzanî

Mesrûr Barzanî berpirsê di asta bilind de yê herêma Kurdistana Îraqê doh roja Înê, di axiftineke xwe de li Washington da zanîn ku, dudilîya civaka navnetewî ya li hember referanduma Herêma Kurdistana Îraqê ne di cî de ye, dema dibêjin, dê ev referandum bandoreke xerab liser şerê li dij DAIŞ`ê bike, ev gotin ne di cî dene.

Barzanî ev axaftin li Washington kir, piştî wezareta derve ya Amerîka berî demekî dabû zanîn ku ewê refaranduma herêma Kurdistana Îraqê bibe sedem ku, "bal liser pirsgirkên giringtir bihê hilandin" weke şerê li dij DAIŞ`ê û jinavbirina wê komela şîdetkar.

Barzanî doh di axiftina xwe de bal kişande ser rola Kurdan di şerê li dij DAIŞ`ê û got "Kurdan bi piştevanîya Amerîka û Hevpeymanan rolê herî sereke heye di şerê li dij DAIŞ`ê de, dema berî sê salan wê rêxistina tûndrê êrîş anî û sêçarêkên Îraqê girtîn û gelek herêmên Sûriyê kontrol kirîn, Kurdan berî her kesî pêşîya wan çîdetkaran girt".

Kurdan plan kirîye roja 25 meha Îlona îsal, referandumê encam bidin, civaka navnetewî dudilîya xwe li hember vê pêngava herêma Kurdistana Îraqê anîye ziman, herweha welatên li herêmê bi taybet Îraq, Îran û Tikiyê bi fermî dane diyarkirin ku ew li dij hewildanek wehane.

Almaniya ku, di nava welatên Ewrûpî de hevalbenda serekî ya Kurdên Îraqê ye, daye zanîn ku, referandum dê bibe sedema aloziyan li Îraqê û herêmê.

Di beşekî axiftina xwe de, Barzanî got "gelek aliyên dijî referandumê dibêjin nûha ne deme…Pirsa min ji wan eve, eger nûha ne dem be pa kengî? Dema DAIŞ`ê êrîş anî û piraniya herêmê dagîr kirî û ber bi Kurdistanê ve hatî, dîsan gotin nûha şer heye û ne deme, DAIŞ nêzîkî jinavçûnê dibe, dîsan dibêjin ne deme, eger nûha ne dem be pa kengî deme"?

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Amerîka berî mehekê dabû zanîn û got bû "Ew rêzê li hezkirinên gelê Kurd digrin", lê ew ligel wê yekêne ku "Îraqek yekgirtî, demokrat, fedral û aram hebe", Amerîka xembarîya xwe derbarê hewildanên Kurdan yên cûdabûna ji Îraqê anî bûn ziman.

Wek tê zanîn dema şerê cîhanî yê Yekê bidawî hatî, hêzên navnetewî nexşeya rojhilata navîn guherand, Kurdan di wî çaxî de hewil dida dewleta xwe ya netewî ava bikin, lê axa wan liser sê welatan (Tirkiye, Îran û Îraqê) hat dabeşkirin.

XS
SM
MD
LG