Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganîstanê Hijmara Mirînen Jinan ya Piştî Dayîkbûnê Zedê Bûye


FILE - Women wait with their children at a maternity clinic in a rural area of Dand district in Kandahar province, Oct. 1, 2020.
FILE - Women wait with their children at a maternity clinic in a rural area of Dand district in Kandahar province, Oct. 1, 2020.

Pisporên tenduristiyê yên Afganistanê ji Dengê Amerîka re dibêjin, Afganistan rûbirû metirsiyek cidî ye ku rêjeyên mirina ji dayîkbûne her çend zêde dibe, ji ber qutbuyîna fonên biyanî, kêmbûna xebatkarên lênêrîna tenduristî, sînordarkirina rêwîtîyê û xirabtirbûna hejarîyê.

Zêdetirî 1,600 dayikên Afgan ji bo her 100,000 jidayikbûna zindî di sala 2001 de dimirin. Bi piştgirîya teknîkî û darayî ya bihêz ji xêrxwazan, welat ev rêje di sala 2018’an de daxist nêzî 640 mirinan.

Bibexşî ya salane bi qasî 1 mîlyar dolar li ser sîstema tenduristiyê ya Afganistanê dihat xerc kirin, lê hemî fonên bîyanî rawestiyan dema ku Talîban di meha Tebaxê de vegeriya ser desthilatê.

Kêmbûna fonê ya ji nişka ve pergala tenduristiya giştî ya girêdayî xêrxwazîyê ya welêt di nav pandemîkeye cîhanî de bandoreke mezin li ser welat kiriye.

Heta Îlona 2021’an, zêdetirî 80% ji saziyên lênêrîna tenduristî yên welêt ji ber nebûna fon û pêdiviyên bijîjkî û kêmbûna karmendan wekî bêfonksîyonel hatine ragihandin.

Joy Rivaca Caminade, pisporê ragihandinê di Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Afganistanê, ji Dengê Amerîka re got."Piştî guhertina hikûmetê di meha Tebaxê de, kêmbûneke berbiçav, li dora %25, di peydabûn û bikaranîna xizmetên tenduristiyê yên zikmakî de peyda bû."

XS
SM
MD
LG