Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya ji Duyemîn Pêla Vîrusa Korona li Ewrupa Nerihet E


Wezîrê Saxlemiya Birîtanya Matt Hancock
Wezîrê Saxlemiya Birîtanya Matt Hancock

Wezîrê Saxlemiya Brîtanya Matt Hancock roja Pêncşemê ragihand ku desthilata Brîtanya nerihete ji egera belavbûna duyemîn pêla vîrusa korona li Ewrupa, hikûmet dê direng nemîne jibo cardî tedbîrên xweparastinê û karantîne kirinê bistîne. û ev dê di çend rojên li pêşiya me da pêk bihê.

Brîtanya hefteya borî tedbîrên xwe parastin û karantîne kirinê li hember kesên ji Îspanya tên bo 14 rojan pêk anîbû. Ev jî bo sedema aloziyê di vekirina sektora qeştiyarî û toristîkê da di şergeha û demsala havînê da, ku demsala geştiyarî ya herî bilinde.

Hanock, navê wan welatên din yên Ewrupa diyar nekirin yên ku dikeve nava plana wan ya karantîne kirinê, tenê navê Fransa anî weke yek ji welatên vê dawiyê asta pêketiyên vîrusa korona li wir zêde bûye.

Matt Hancock di Malpera xwe ya fermî ya Facebookê da weha di nivîse "Dema ku te nîşanên nexweşiya vîrusa korona hebin, divê tu xwe veder bikî, herwiha divê tu têstê jî bikî."

Hancock di hevppeyvîna li gel Sky News da got "Ez ji pêla duyan nerihet im. Ez di wê bawerê dame divê em zêrevaniya pêla duyan bikîn ya ku li Ewrupa destpê dike, û divê em tiştê ji me bihê bikîn da ku negihe me û bikarîn serederiyê li gel bikîn".

Hancock, dîsan dibêje "Me tirsek mezin ji pêla duyan heye, ya ku li Ewrupa belav dibe… Mesel ne tenê Îspanya ye…Lê herwiha welatên din hene ku hejmara pêketiyan zêde dibe. Em di rijdîn ku çi ji dest me bihê bikîn da ku ev welat ewle bimîne".

Li hin welatên Ewrupa pêla duyan ya vîrusa korona belav dibe, bi taybet welatên weke Fransa û Îspanya, doh Fransa ragihand ku di rojekê da 1400 kes tûşî vîrusa korona bûne, piştî mehekê ev jî hejmara herî zêde ya tûşbûyên rojane yên COVID-19 ye li wî welatî.

Hancock bo Destaya Weşana Radioya Brîtanî BBC ragihand û got"Em niha hizra tês kirina wan kesan dikîn yên dikevin di karantîne kirinê da, da ku pişt rast bibîn dema karantînê zûtir bidawî bînin...Lê di demek nêzîk da em tiştekî derbarê vê pirsê eşkera nakin".

XS
SM
MD
LG