Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jim Mattis Bo Serdanekê Digihe Misrê


Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevaniya Amerîka Jim Mattis

Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis îro Şemiyê serdana Misrê kir û li gel berpirsên welêt kombû ji bo gotûbêjkirina hevrêziya di navbera herdû welatan de.

Serdana Mattis tê hefteyekê piştî êrîşa çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî ya herî xerab li ser mizgefteka parêzgeha Sînai ku di encamê de bêhtirî 300 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniyeka wezareta berevaniya Amerîka, serdana Mattis beşeke ji serdaneka pênc rojan bo herêmê ji bo dupatkirina pêgiriya Amerîka bi hevalbendiya li gel Rojhilata Navîn, Rojavayê Afrîqa û Başûrê Asya.

Mattis li gel serokê Misrê Ebdulfettah el-Sîsî û wezîrê berevaniyê Siqî Subhî kom dibe.

Piştî Qahîra, Mattis berê xwe dide Urdunê ji bo beşdarbûna kombûneka rûberûbûna tundrewiya li Rojavayê Afrîka ku şahê Urdunê Şah Ebdella mêvandariya wê dike.

Roja Duşemê dê Mattis serdanna Pakistanê bike û roja din jî dê serdana welatê Kuwêtê bike.

XS
SM
MD
LG