Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Divê Kuştina Xaşiqcî ji bo me Hemniyan Xem be


Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis îro Şemiyê got, “kuştina Jemal Xaşiqcî di hindirê bingeheke dîplomatîk de divê ji bo her kesî cihê xemê be.”

Mattis di amadekariyên beşdarbûna konferansa diyaloga Manama de li welatê Behrên, got:

“Têkçûna her welatekî di pêgiriya bi yaseyên navnetewî de, seqamgîriya herêmî têk dibe.”

Mattis got wezîrê derve Mike Pompeo berê vîsayên hin kesayetiyên Saudî sekinandine û “wê hin pîvanên din jî bên standin” li dijî kesên berpirs.

Di heman demê de raporteke nûçeyan a Amerîka dibêje Selah, kurê Jemal Xaşiqcî gihîştiye Amereîka.

Selah Xaşiqcî ku li gel nasnameya Saudî, ya Amerîkî jî heye, qedexe bû ji Erebistana Saudî derkeve heta demekê berê vê hefteyê. Piştî serdana wî ya bo şahzadê tacê Saudî û Şah Selman qedexe ji ser rabû.

Wezareta derve ya Amerîka got Pompeo kêfxweşbû bi rakirina qedexekirinê. Pompeo xwestibû ku Saudî rê bidin Selah ji Erebistana Saudî derkeve.

XS
SM
MD
LG