Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Daxwaza Vekolîneke Zelal Di Kuştina Xaşiqcî de Dike


Wezîrê berevaniya Amerîka Jim Mattis îro Yekşemê got ew li gel wezîrê derve yê Erebistana Saudî kom bûye û jê daxwaza vekolîneke zelal di kuştina rojnamevan Jemal Xaşiqcî de kiriye.

Mattis got ew di çarçoweya konferansa Manama ya Behrain de li gel Adil el-Jubeir kom bû û behsa kuştina Xaşiqcî kir.

Mattis ji grûpeka biçûk a peyamnêran re, ku li gel wî diçûn Prague, got:

“Me behsa wê kir. Her wek me berê gotibû, me zelalî û vekolîneke tund û temam divê.”

Wezîrê berevaniyê dibêje el-Jubeir gelekî alîkar e û bi temamî erê dike li dor pêwîstiya diyarbûna nehêniyên kuştin Xaşiqcî.

Hêjayî gotinê ye, kuştina Xaşiqcî bûye kirîzekê ji bo Erebistan Saudî, piştî ku hevalbendê wê bi riyaksyoneke tund helwesta xwe li dor kuştinê der birîn.

XS
SM
MD
LG