Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka jiber Îdiayên Karanîna Gaza Sarîn li Sûrîyê Xembar E


Wezareta Berevanî ya Amerîka Jim Mattis ragihand ku Amerîka jiber wan raportên ku dibêjin hikûmeta Sûrî gaza Sarîn ya jahrîn bikar anîye, nerehet e.

Ajansa Reuters radigihîne ku Mattis di daxuyanîyên ku dane rojnamevanan de piştrast kiriye ku Sûrîyê gelek caran gaza klorîn wek çek bikar anîye.

"Em li ser îhtîmala bikaranîna gaza sarîn gelek nerehet in… niha ti belge di dest min de tune. Grubên din yên li herêmê, rêxistinên nehikûmî û çekdarên li ser erd hene ku dibêjin gaza sarîn hatiye bikar anîn, jiber wê yekê em li pey dîtina belgeyan in."

XS
SM
MD
LG