Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka û Tirkîye Hîndarîyên Hevbeş Didomînin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku Amerîka û Tirkîyê berî dewrîyeya hevbeş ya li Minbicê, dest bi hîndarî kiriye.

Li gor lihevkirina her du hevalbendên NATO, Amerîka û Tirkîyê li Minbicê leşkerên kordînekirî, lê yên serbixwe digerînin.

Piştî bidawîkirina hîndarîyê, li ber e ku dewrîyeyên hevbeş jî destpê bikin.

"Hîndarî didomin û emê bibînin ew çawa bi pêş ve diçe," Mattis li Parîsê ji rojnamevanan re got.

Wî da zanîn ku piştî bernameya hîndarî bi dawî bibe, dê nobedarîyên hevbeş yên Amerîka û Tirkîyê li Minbicê destpê bikin.

"Amerîka niha leşkerên payabilind yên Tirk perwerde dike û piştî qonaxa yekê û Amerîka dê yekîneyên berfirehtir perwerde bike," Mattis bi berdewamî got.

Berî lihevkirina Amerîka û Tirkîyê, Enqerê dida zanîn ku ewê jiber Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li Minbicê dijî wî bajarî dest bi operasyonê bike.

Civata Leşkerî ya Minbicê ragihandibû ku YPG ji herêmê vekişîye, lê Wezareta Derve ya Tirkîyê îdia kiribû ku YPG hîn jî li wir e.

XS
SM
MD
LG