Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis di Peyama Xatirxwestinê de Bang li Amerîka Dike ku Pişta Hevalbendan Bigirin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis ji xebatkarên hêzên çekdarî re peyameke xatirxwestinê şand.

Mattis di peyama xwe de bang li xebatkarên hêzên çekdarî kir ku ‘’bawerîya xwe ya bo welêt wenda nekin û li pişta hevalbendên xwe bi awayekî xurt bisekinin’’

Wî, di peyama xwe ya kin de qala ‘’alozîya sîyasî ya li Washingtonê’’ jî kir û ji Artêşa Amerîka xwest ku piştgirî û berevanîya qanûna bingehîn bikin.

Li şûna Mattis dê cîgirê wî Patrich Shanahan were ser kar. Bo Mattis, ku generalekî teqawidbûyî ye, li Pentagonê ti merasîm nehatin li dar xistin.

Mattis, piştî biryara Serok Donald Trump ya ser vekişîna ji Sûrîyê karvekişîna xwe dabû.

Di nameya karvekişînê de, Mattis dîyar kir kiribû Amerîka qîmetê nade hevalbendên xwe yên herî nêz.

Amerîka, li Sûrîyê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.

Karbidestên Tirkîyê dîyar dikin ku HSD', ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, ''rêxistineke terorîst'' e û dijî wê gefên operasyonan dixwin.

XS
SM
MD
LG