Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Kêşeya bi Tirkîyê re Bandor li Peywendîyên Leşkerî Nekiriye


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis
Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis

Wezîrê Berevanî ya Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku girjîya dîplomatîk ya bi Tirkîyê re bandor li peywendîyên leşkeri yên bi wî welatî re nekiriye.

Mattis dîyar kir ku ewê bi hevkarên xwe yên Tirk re xebatên xwe bidomînin.

‘’Tirkîye hevalbenda me ya NATO ye û her du artêş hember dijmin karên baş dikin.’’ Mattis di firoka leşkerî de ji rojnamevanan re got.

Ser pirsa ‘’Ewê kêşeya dîplomatîk ser operasyonên siberojê bandorê bike yan na?’’, Mattis dîyar kir ku naxwaze spekulasyonê bike û da zanîn ku di salên borî de girjîya dîplomatîk bandor li peywendîyên leşkerî nekiriye.

XS
SM
MD
LG