Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Sibe Dihere Herêmên Ser Sînorê Meksîko


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis got ku ewê sibe Çarşemê here herêmên hevsînorê Meksîko ku bi hezaran leşkerên Amerîkî, dijî penaberîya qaçaxî li wê derê hatine cîh kirin.

Mattis, wek bersîva pirsekê got ku di armanca hinartina leşkeran de ti guhertin tuneye, lê li gor mercên li erdê ewê biryarê bidin.

“Em li ser vê mijarê rojane gotûbêjan dikinû di navbera me de kordînasyon heye. Tiştê yekê ku em tên agahdar kirin, rewşa asta gefên ser tixubê me ye,”Mattis got.

Ev dê bibe serdana yekê ya Mattis ji herêma ser sînor re, piştî ku pirtir ji 7,000 leşkerên Amerîkî bo pêşîgirtina karwaneke koçberên Amerkîyên Navendî çûbûn herêmê.

Pentagonê jî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Mattis dê bo piştgirîya leşkerên ser tixubê başûrê rojhilat wê serdana Teksasê bike.

XS
SM
MD
LG