Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis Piştgirîya Peyvajoya Cenevrê Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Duşemê got ku ew piştgirîya hewlên dîplomatîk yên dawîkirina şerê navxweyî yê Sûrî dike ku bi gotina wî sed hezaran kes tê de hatine kuştin.

“Wezîrê Derve Tillerson ji nêzîk ve danûstandin bi nûnerê taybet Staffan de Mistura dike, ku çawa ew dikarin peyvajoya danûstandinên Astana veguhezînin Cenevrê da ku Neteweyên Yekbûyî bikare roleke karîger bilîze,” Mattis ji nûçegîhanan re got.

De Mistura jî ragihand ku danûstandinên xetimî yên navbera hikûmeta Sûrî û opozîsyonê dê di 28’ê Mijdarê de li Cenevrê bidomin.

Rûsya piştgirîya danûstandinên Astana ya Qazaqistanê dike ku çareserîyekê ji kêşeya Sûrî re bibîne. Moskow di destpêka şerê navxweyî vir ve destek dide rejîma Beşar Esad û firokên esmanî yên wî welatî gelek bûye alîkar ku hikûmet herêmên berfireh têxe bin kontrola xwe.

Amerîka jî di destpêka şer vir ve piştevanîya hevrikên Esad dike ku dixwazin dawî li desthilata wî bînin. Tillerson jî vê dawîyê dubare kir ku divê Esad desthilata Sûrîyê berde.

XS
SM
MD
LG