Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Moskow Hewil Dide ku Bandorê Ser Referanduma Makedonya Çêke


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku Moskow hewil dide ku ser referanduma Makedonya ya bo guherîna navê welêt bandorê çêke.

Ger gelê Makedonya, bo navê welêt Komara Makedonya ya Bakur bipejirîne, dê rê li ber endamtîya NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) vebe.

Mattis, ku li bi Serokwezîrê Makedonya Zoran Zaev re kom bû, di firoka ku diçû Makedonya de pirsên rojnamevanan bersîvandin.

Mattis da zanîn ku Moskow bo komên ku di referandumê de alîgirên Rûsya ne alîkarîya pereyan dike û hewil dide ku kempeyneke berfireh bimeşîne.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka dîyar kir ku ew tam nizanin ku maytekirina Rûsya dê bandoreke çawa bike û got ku ‘’Em naxwazin ku tiştên ku Rûsya li welatên din dike li vî welatî jî bike’’

Mattis da zanîn ku ger Makedonya bibe endamê NATO û YE ewê di aborîyê de pêşde here û ewlekarîya wê jî ji berê çêtir be.

Serokwezîrê Makedonya Zoran Zaev piştî civîna bi Mattis re dîyar kir ku ew li ber e ku encama referandumê ser guherîna navê welêt be.

Zaev da zanîn ku bo Komara Makedonya ji xêncî endambûna NATO û YE ti rê tune.

XS
SM
MD
LG