Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Amerîka Dê li Sînorê Sûrîye û Tirkîyê Navendên Çavdêrîyê Ava Bike


Amerîka dê li sînorê Sûrîye û Tirkîyê navendên çavdêrîyê ava bike.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis da zanîn ku ew bi navendên çavdêrîyê dixwazin ku rê li ber girjîya di navbera Tirkîye û hêzên Kurdan yên li Sûrîyê bigirin.

Mattis dîyar kir ku divê Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) bala xwe bide ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û da zanîn ku bi saya navendên çavdêrîyê ewê ‘’xîlafeta mayî’’ ya wê rêxistinê jî were qedandin.

‘’Navendên çavdêrîyê dê bi roj û şev xuya bibin, bi vî awayî Tirk dê bi awayekî zelal bibînin ku em li kê derê ne. Bi Enqerê re em ser van navendan axifîn’’ Mattis got.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike di 11’ê Mijdarê de ragihandibû ku dê dijî DAIŞ’ê dest bi operasyoneke nû bike, lê jiber ku Artêşa Tirk li bakurê Sûrîyê êrîş biribi ser enîyên HSD’ê, operasyon bi awayekî demkî hatibû rawestandin.

XS
SM
MD
LG