Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Jim Mattis got ku Amerîka kiryarên leşkerî jî di nav bijareyên dijî hikûmeta Sûrîyê de digire.
"Tiştê yekê ev e ku divê em binêrîn çima hîn çekên kîmyayî tên xebitandin, tevî ku Rûsya garantî dabû ku Sûrîyê hemî çekên kîmyayî tune kirine.”
Mattis li Pentagonê ji nûçegîhanan re got ku Amerîka ligel hemî hevkarên xwe û hevalbendên NATO re dixebite ku bersîvdana êrîşa kîmyayî ji hêla Sûrîyê ve bide.
Serokê Amerîka Donald Trump ji ser Twitterê gotibû ku Sûrîye dê jibo “êrîşa kîmyayî ya nemirovane, berdeleke mezin”bide.
Trump di twîteke din de jî Serokê Rûsî Vladimir Putin şermezar kiribû û gotibû ku Putin, Rûsya û Îran jibo piştgirîya xwe ya bona “Esadê Nemirov” berpirs in.