Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku jiber biryara Tirkîyê ya kirîna pergala berevanîya bi muşekan ji Rûsya, ew ketine fikaran.
Serokê Rosoboronexport Alexander Mikheyev dabû zanîn ku ewê sala pêş muşekên S-400 bidin Tirkîyê.
Mattis li Washingtonê ji rojnamevanan re got ku ‘’Tirkîye muşekên Rûs tîne welatekî NATO’’ û ew nikarin wan entegreyî NATO bikin.
Mattis da zanîn ku ew danûstandina di navbera Tirkîye û Rûsya da wan dixe fikaran.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kiribû ku hewcedarîya wan bi pergala berevanîyê heye û jiber ku Amerîka nafiroşe, wan ji Rûsya muşek kirîne.