Lînkên eksesibilîtî

Mattis û Bînali Yildirim li Londonê Civîn


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis îro Pêncşemê li Londonê bi Serokwezîrê Tirkîyê Bînali Yildirim re civî ku ew hevdîtina yekê ya piştî şandina çekên giran ji YPG'ê re bû.

Pentagonê bi daxuyanîke nivîskî ragihand ku civîn 30 deqe dom kir û her du alî mijarên wek ewlekarî gotûbêj kirin.

"Wezîr Mattis pêgirîya Amerîka ya hevalbenda me ya NATO careke din dîyar kir. Her du rêber piştgirîyên xwe ji aştî û aramîya li Îraq û Sûrîyê re ragihand," berdevka Pentagonê, Dana White got.

Heta niha zelal nebû ku di hevdîtinê de biryara Trump ya şandina çekan ji YPG'ê re hate rojêvê yan ne, lê Tirkîyê bi zimanekî tund wê biryarê rexne dike.

XS
SM
MD
LG