Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pîrozbahîyên Roja Cîhanî ya Karkeran li Dîyarbekirê


1’ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran li Dîyarbekirê, li du meydanên cuda, li Qada Îstasyonê û Derîyê Çîyê, hat pîroz kirin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkar (KESK) li Qada Derîyê Çîyê, Sendikaya Karmendan (Memur-Sen) jî li Qada Îstasyonê miting lidarxistin.

Parlamenterê Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) yê Mûş’ê Demîr Çelîk di pîrozbahîya Cejna Kedkarên Cîhanê e axiaftinek kir û ser tevlêbûna BDP’ê ya nav HDP’ê peyîvî.

Çelîk got, armanca wan ew bû ku ji xweserîya Demokratîk ber bi komara Demokratîk ve bimeşin. Wî da zanîn ku bi saya Abdullah Ocalan pêvajoya çareserîyê veduguhere aştîyeke bi rûmet.

Di pîrozbahî de peyama rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya 1’ê Gulanê jî hat xwendin. Ocalan cejna kedkaran pîroz dike û destnîşan dike ku ewê li hember modernîteya kapîtalîst, bi modernîteya demokratîk bibin alternatîf.

Hêjayî gotinê ye ku du her du pîrozbahîyên 1’ê Gulanê de ti astengî derneketin û cejna karkeran bi muzîk û govendê bidawî hatin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG