Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

May Dîyar Dike ku Wezîrên Brîtanya bo Brexitê Piştgirîyê Didin Wê


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, pişî civîna bi kabîneyê re derket pêş kamerayan.

May di axaftina xwe de hûrgilî nedan, lê dîyar kir ku bernivîsa ku wan li ser wê li hev kiriye, bi awayê herî baş bo berjewendîya temamê Brîtanya ye.

Lê medya Brîtanya radigihîne ku endamên kabîneyê ji hev cihê difikirin û 10 endamên wê dijî plana Brexitê ne.

Theresa May got ku bi peymana ji derketina Yekîtîya Ewrupa (YE) ew dê kontrola perêyên xwe, qanûn û sînorên xwe bi şûnde bistînin.

Xanim May da zanîn ku bi peymanê dê gera serbest ya li Brîtanya bi dawî bibe û ew dê yekîtîya xwe biparêzin û berevanîya ewlekarîya xwe bikin.

May dê roja Pêncşemê, li parlamentoyê ser peymanê biaxife.

Michel Barnier, ku li ser navê Yekîtîya Ewrupa (YE) danûstandinên Brexitê dimeşîne da zanîn ku lihevkirina kabîneyê bo danûstandinan gavek e.

Barnier dîyar kir ku rêya wan dirêj e û ew divê gelek karan bi seri bikin.

Di referanduma 2016’an de gelê Brîtanya piştgirî dabû plana Brexitê. London û YE, du sal in li ser derketina YE’ê danûstandinan dikin.

XS
SM
MD
LG