Serokwezîra Brîtanya Theresa May berî dengdana ser peymana derbarê derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) cara dawî bang li parlamanterên wî welatî kir.
Xanim May ji parlamanteran re got ku ‘’Fikrên we yên berê ku çi bin jî, di van 24 demjimêrên dawî de cara duduyan li peymanê binêrin’’
Xanim May da zanîn ku di peymana ser derketina ji YE’ê de, ku bi navê Peymana Brexitê tê zanîn, hin kêmasî hene, lê dîyar kir ku ger peyman were red kirin dê dijî encama referanduma 2016’an gav were avêtin.
Wê bi berdewamî got ku ger lihevkrina London û Brukselê were red kirin Brîtanya ewê di 29’ê Adarê de bê ku peymanek hebe ji YE’ê derkeve û bi wî awayî jî dê li welêt kêşeyên ewlekarî û aborîyê çêbe.
Hin parlamanteran ji Xanim May xwestibûn ku dengdanê taloq bike û hin sîyasetvanan jî dîyar kiribûn ku divê ser Brexitê referandumeke nû çêbe, lê Xanim May ew daxwaz red kiribûn.
May Berî Dengdana Ser Brexitê Bang li Parlamanterên Brîtanya Dike
